Bi hezaran welatiyên Qamişlo li dijî êrişan meşiyan

Rêzçalakiyên ku li Bakur û Rojhilatê Sûrî ên li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker dewam dikin. Li gelek deveran bi çalakiyên cuda li dijî êrişên dewleta Tirk yên li ser herêmê û Başûrê Kurdistanê her wiha tecrîda li ser rêber APO çalakî hatin lidarxistin.

Gelê herêmê li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker bi navber çalakiyan lidardixin û helwesta xwe nîşan didin.

Îro jî li dijî êriş û dagirkeriyhê çalakî hatin lidarxistin.

Bi hezaran welatiyên Qamişlo bi meşeke girseyî êrişên dewleta Tirk û tecrîda li ser rêber Apo şermezar kir.

Meş ji çerxeriya Rûbar destpê kir û ber bi avahiya Komseriya NY ya Kar û Barên Penaberan ve dewam kir

Piştî meş veguherî mêtingê berdevka Kongara Star Remziya Mihemed axivî.

Beşdarên meşê jî teqez kirin dê her li pişta hêzên xwe bin û rêya şehîdên xwe bişopînin.

Ofîsa parastina zarokan li Minbicê dijî êrişan daxuyanî da

Ofîsa Parastina Zarokan a li Minbicê jî bi daxuyaniyekê êrişên dewleta Tirk şermezar kir.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku dewleta Tirk di êrişên xwe yên hovane de zarokan jî dike hedef ku herî dawî li gundê Ereb Hesen du zarok di encama êrişan de şehîd bûn.

Bang li rêxistinên mafên mirovan hate kirin ku li dijî êrişan helwestê nîşan bidin.

Li aliyekî din jî Meclisa Minbicê ya Leşkerî bi daxuyaniyekê sersaxî ji malbata her du zarokan re xwest.

Meclisê diyar kir dê li hember van êrişan li ber xwe bidin û axa xwe biparêzin.

Li Hesekê û navçeyên wê li dijî tecrîdê û êrişan daxuyanî hate dayîn

Li Hesekê, Dirbêsiyê, Şedadê û Kampa Serê Kaniyê daxuyaniyek hevbeş ji aliyê Meclisên Malbatên Şehîdan ve li dijî tecrîda li ser rêber Ocalan hate dayîn.

Di daxuyaniyê de tecrîda ser Rêber Apo û cezayên dawîn û her wiha gef û êrişên dewleta Tirk ên li ser herêmê hatin şermezarkirin.

TEV-DEM: Em ê her dem li ser piyan bin û li dijî êrişan li ber xwe bidin

Tevgera Civaka Demokratîk-TEV-DEM’ê a şaxê herêma Firatê jî li Kobanê daxuyanî li dijî êrişan da.

TEV-DEM’ê da zanîn ku êrişên dewleta Tirk hemû pêkhateyên herêmê dike hedef.

TEV-DEM’ê diyar kir ku dewleta Tirk armanc dike herêmê ji niştecihên resen vala bike û got: “wekî gelê herêmê em ê her dem li dijî êrişan li ber xwe bidin.”

Back to top button