Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, îro civîna xwe ya 45. li dar xist û qanûna derbarê zarokan de erê kir.
Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li Reqqayê, civîna xwe ya 45’an li dar xist.
Endamên meclisên giştî û meclisên qanûnsaz ên rêveberiyên sivîl û xweser û Nivîsgeha Parastina Zarokan di civînê de amade bûn..
Piştî nirxandina rewşa siyasî û êrişên dewleta Tirk, cîgirê hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser Yasir Silêman reşnivîsa qanûna zarokan ji meclisê re pêşkeş kir..
Endamên meclisê der barê reşnivîsê de nêrîn û pêşniyarên xwe anîn ziman û li gorî wê hin guhertin tê de çêbûn û hat erêkirin…
Qanûna ji 7 beşan û 85 xalên girêdayî parastina zarokan, ceza û mafên çandî û perwerdê pêk tê û ji îro ve dikeve piratîkê.
Her wiha Fadiya Seîd Yûsif ji bo endamtiya meclisê hat erkdarkirin û sond xwar.