Li Kobanê û Til Temirê şehîd Zîlan hat bibîranîn

Di salvegera 26’an şehadeta wê de jina Kurd a şoreşger Zeyneb Kinaci ‘Zîlan’ bi çalakiyan hat bibîranîn. Li Kobanê û Hesekê merasîmên bîranên hatin lidarxistin û di şexsê Zîlanê de soza şopandina rêya şehîdan hat dayîn.

26 sal di ser çalakiya fedayî ya Zeyneb Kinci derbas bû.

Bi armanca bîranîna Şehîd Zîlan, Kongera Star a herêma Firatê civînek ji lidarxist.

Civîn li hola Çand û Hunerê ya Baqî Xido bi amadebûna bi sedan jinên Kobanê, endamên Rêveberiya Xweser, navendên leşkerî û welatiyan pêk hat.

Di civînê de berdevka kordînasyona Kongra Star ya herêma Firatî Macida Hesûn axivî û wiha got:

“Em her li ser şopa têkoşerên weke Zîlan bin û destkeftiyan qezenc dikin.”

Endama KPC’ê Xûnav Ibrahîm jî nameyên têkoşer Zîlan ku ji bo rêberê Ocelan, Tevgera Azadiyê re nivîsîbûn, xwend.

Rêveberiya Peymangeha Şehîd Qezafî ya bajaroka Sirînê Fatma Mela axivî û diyar kir ku şehîd Zîlan bi sekn û çalakiya xwe ji tevayî jinan re bû sembol û got: “Em jî weke jinên Ereb dê her li ser şopa şehîd Zîlan, li dijî hişmendiya dewlet-netew, civak û mêrê serest têbikoşin.

Civîn bi dirûşmeyan bi dawî bû.

Li Til Temirê jî Rêxistina Kongra Star civînek li darxist.

Back to top button