Şehîd Mesûd û Ezîz li Reqayê hatin oxirkirin

Cenazeyê endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger şehîd Ela Ehmed Hemze û endamê QSD’ê Hîlal Mihemed li goristana şehîdan ya Reqayê hatin oxirkirin.

Şehîd Ela Hemza bi nasnav ‘Ezîz Intîqam li Hesekê û Şehîd Hîlal El mihemed bi nasnav ‘Mesûd’ li Eyn Îsayê dema li ser erka xwe bûn şehîd bûn.

Bi sedan welatiyên bajarê Reqayê, endamên saziyên sivîl û endamên Tevgera Ciwanan beşdarî merasîma oxirkirinê bûn.

Li ser navê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Reqa Bûşir Ehmed axivî û diyar kir ku ev leheng ji bo gel û rûmeta welatê xwe şehîd ketin.

Ehmed sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û got ew bi şehadeta hevalên xwe serbilind in.

Di dawiyê de nasnameya her du şehîdan hate xwendin û radestî malbatên wan hate kirin.

Back to top button