Li Rihayê erebeyeke leşkerî pêlî zarokeke Kurd a 5 salî kir

Kurd û zarokên wan li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê rastî her cure zext û êrîşan tên.. Duh careke din bûyereke ku vê gotinê piştrast dike rûda .. Zaroka bi navê Nure Dîkçe ya 5 salî li Rihayê bû armanca êrîşên leşkerên Tirk ên faşîst.. Erebeyeke leşkerî bêyî dudilî pê li wê zarokê dike û hemû hestiyên laşê wê dişikîne..Niha rewşa Nureya 5 salî giran e û di beşa lezgîn de tê dermankirin. 

Ev dîmen ji Bakurê Kurdistanê ye û zaroka tê de jî kurd e..

Bûyerên bi vî rengî ku taybet li dijî kurdan tên kirin, li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê her hene û zêde dibin..

Duh se’etên nîvro li taxa Kişla ya navçeya Wêranşar a Riha ya Bakurê Kurdistanê, erebeyeke artêşa Tirk pêli zaroka bi navê Nure Dîkçe dike.

Wekî hûn di dîmen de dibînin piştî ku erebe pê li lingên wê dike, radiweste.

Hat ragihandin ku hemû hestûyên lingê Nûre şikestine û niha di beşa lezgîn de ye.

Demek e li bajarên Bakurê Kurdistanê, bi zanebûn bûyerên bi vî rengî çêdibin û gelek zarok heta niha bûne qurban.

Beriya niha li Dersîm, Amed, Şirnex, Êlihê û vê carê jî li Rihayê bi heman şêwazî êrîşî zarokan dikin.

Herî dawî roja 3’ê Îlonê li taxa Turgut Ozal a Hezexa ser bi Şirnexê ve, erebeyek leşkerî li zarokê bi navê Mîhraç Mîroglu da û ew zarokê 7 salî bi hovîtî kuşt.

Têkildarî va buyeran, 14 baroyên Bakurê Kurdistanê berî niha ragihandibûn, di deh salên dawî de 36 zarok di encama lêxistina erebeyên zirxî de jiyana xwe ji dest dane û 85 jî birîndar bûn.

Beriya niha sûcdarên van buyeran bê ceza mane û nehatine darizandin, lewman ev bûyer zêde dibin..

Ji ber ku kurd in jî hikumeta faşîst a AKP’ê di vî alî de xemsariyê dike û rê li ber rûddana van sûcan nagire ..

Tevî vê jimarê jî, heta niha tedbîrên pêwîst nehatine girtin û sûcên bi vî rengî her dewam dikin.

Back to top button