Li rêveberê HDP’ê yê Amedê Mûrat Ondeş 6 sal cezayê girtîgehê hat birîn

Li Bakurê Kurdistanê girtin û binçavkirinên li dijî endamên HDP’ê û hêzên muxalif berdewam dike.
Li rêveberê HDP’ê yê Amedê Mûrad Ondeş 6 sal cezayê girtîgehê hate birîn, li Wanê jî rêveberê DBP’ê Sûlhattîn Kenco hate binçavkirin.

Rêveberê HDP’ê yê Rêxistina Bajarê Amedê Mûrat Ondeş ji ber ku tevlî çalakiyên partiya xwe yên kanûna 2017 û gulana 2019’an bibû, ketibû ber dozê.

Rûniştina dozê ku bi îdîaya “endametiya rêxistinê” lê hate vekirin li 11’êmîn Girtîgeha Cezayê Giran a Amedê pêk hat.

Mûrat Ondeş ji ber ku di karantînaya vîrûsa Coronayê de bû, tevlî rûniştina dozê nebû.

Heyeta dadgehê b îdîaya “endametiya rêxistinê” 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê li Mûrat Ondeş birî.

Li Wanê rêveberê DBP’ê Sûlhattîn Kenco hate binçavkirin

Li Wanê jî, rêveberê DBP’ê Sûlhattîn Kenco li navçeya Rêya Amûşê hat binçavkirin.

Hat zanîn ku Sûlhattîn Kenco bi lêdanê hat binçavkirin û paşê ew li saziya ewlehiyê ya bajarê Wanê hat birin.

Back to top button