Konferansa duyemîn a Kongreya Star dest pê kir

Îro Kongra Star a kantona Qamişlo konferansa xwe ya 2. li Hola Aram Tîgran a bajarokê Rimêlan li dar dixe.

Konferans bi dirûşma “Bi têkoşîna Hevrîn û Zehrayê em ê dawî li dagirkeriyê bînin û şoreşa jinan mîsoger bikin” bi beşdariya 120 delegeyan dest pê kir.

Di konferansê de wê rewşa rêxistinî ya kongrê, rola jinan li dijî gefên li ser Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûrî, zehmetî û astengiyên Kongrê , plansaziya du salên pêş û avakirina meclisa Kongra Star a Kantona Qamişloyê wê were nîqaşkirin.

Endama Rêveberiya Kongra Star Mizgîn Ehmed di konferansê de axivî û diyar kir kir li darxistina konferansê di vê pêvajoyê de xwedî wateyekî girîng e.

Piştre perspektîfên rêber Ocalan yên der barê azadî û rêxistinkirina jinan û rapora xebatê ya du salan hatin xwendin.

Konferan heta niha jî bi nîqaş û nirxandinan didome.

Back to top button