Fermandarekî hikûmeta Şamê li Dêrazorê zorekek 15 salî êşkence kir

Bi dîmenekê hat eşkerekirin ku fermandarekî hikûmeta Şamê li gundewarê Dêrazorê bi tundî êşkenceyê li zorekekî dike.

Li gorî ajansa Hawarê dîmen li gundê Xirêbe yê rojhilatê Dêrazorê ku di bin serweriya hêzên hikumeta Şamê de ye, hatiye kişandin.

Li gorî agahiyan, zarokê ku navê wî nehatiye zanîn ji aliyê kesê bi navê Ebulmutî Sibhî El-Mihemed ve ku weke “Wacib El-Qetawî” tê nasîn tê êşkencekirin.

Kesê navborî fermandarê komeke istixbarat û ewlehiya leşkerî ya Firqeya 242`an a girêdayî hikumeta Şamê ye ku Rûsya piştgiriya wê dike.

Wacib El-Qetawî demek berê ji aliyê hêzên Rûsyayê yên li Sûriyê ve hatibû xelatkirin.

Hat zanîn ku zarok 15 salî ye û bi diziyê hatiye tawanbarkirin û li ser wê rastî êşkenceya derûnî û fîzîkî hatiye û rewşa wî ya tenduristî ne baş e.

Ev ne cara yekê ye ku dîmenên wiha tên belavkirin, ji destpêka aloziya Sûriyê ve bi dehan dîmenên êşkenceyê li saziyên ewlehiyê yên hikumeta Şamê hatine parvekirin.

Back to top button