Salvegera 6. a Fermana 73 a li dijî Êzidiyan

Saziya Malbatên Şehîdan a Şengalê Fermana 73’yan ku çeteyên DAIŞ’ê sala 2014’an li dijî civaka Êzidî pêk anîbû û bêdengiya civaka navneteweyî şermezar kirin. Saziyê da zanîn ku 6 sal di ser vê qirkirinê re derbas bûne û heta niha jî çarenûsa bi hezaran Êzidî ne diyar e.

Saziya Mablatên Şehîdan a Şengalê bi rasthatina salvegera 6. a Fermana 73’yan ku DAIŞ’ê li dijî civaka Êzidî pêk anîbû, daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de, hovîtiya ku DAIŞ’ê li ber çavên mirovahiyê bi serê Êzidiyan de kiribû û bêdengiya navneteweyî ya li hember vê bobelatê, hatin şermezarkirin.

“Fermanên li dijî Êzidiyan, li ser bingeha tunekirin û qirkirinê pêk hatine”

Saziyê got:

“Hemû fermanên li dijî Êzidiyan, li ser bingeha tunekirin, qirkirin û radestbûnê hatine pêkanîn.”

Saziya Malbatên Şehîdan anî zimên ku PDK’ê ji parastina Êzidaiyan berpirsiyar bû, lê di dema êrîşa DAIŞ a 2014’an de, pişta xwe da Şengalê û gel li hemberî çeteyên hov rû bi rû ma.

“Heta niha çarenûsa bi hezaran Êzidî ne diyar e”

Saziyê da zanîn ku 6 sal di ser vê qirkirinê re derbas bûne û heta niha jî çarenûsa bi hezaran Êzidî ne diyar e ku û bi sedan jin, zarok di destê DAIŞ’ê de ne.

Saziya Malbatên Şehîdan a Şengalê di dawiya daxuyaniyê de soz da hemû şervanên ku canên xwe ji bo parastina Şengalê feda kirin, ku rêya wan bişopînin.

3 Tebaxa 2014’an, çeteyên DAIŞ’ê êrîşeke mezin bir Şengalê û gelek komkujiyên dermirovî bi serê Êzidiyan de anîn.

Ji ber êrîşa DAIŞ’ê, heta niha bi hezaran Êzidî li gelek kampan dijîn, piraniya wan li kampên Başûrê Kurdistanê ne.

Malbatên Êzidî yên ku ji 2014’an ve di kampên Başûr de dimînin, ji ber dijwariya jiyana li wir, dixwazin vegerin cih û warên xwe.

Li ser banga Meclisa Xweseriya Semokratîk a Şengalê-MXDŞ’ê, welatiyên derveyî Şengalê vedigerin warê xwe û her ku diçe, jimar zêde dibe.

Back to top button