Di êrîşeke hikûmeta Şamê de li Idlibê 5 çeteyên dewleta Tirk hatin kuştin

Di êrîşeke hikûmeta Şamê li gundewarê Idlibê 5 çeteyên dewleta Tirk di nava kuştî û birîndaran de ne.

Li gorî Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan, li ser riya gundê El-Kinda yê li rojavayî yê Idlibê, hêzên hikûmeta Şamê du tirimpêlên leşkerî û motorsiklêtek bi fûzeyan hedef girtin.

Çavdêriya Sûrî got ku di êrîşê de, çeteyek girêdayî dewleta Tirk hat kuştin û 4 çeteyên din jî birîndar bûn.

Hikumeta Şamê deverên çeteyên li Idlib û Hemayê topbaran kirin

Şeva pêncşemê jî, hêzên hikumeta Şamê deverên çeteyan li gundewarê rojavayê Idlibê topbaran kirin.

Çeteyan jî nuqteyên hêzên hikumetê li başûrê Idlibê kirin hedef.

Herêmên El-Enkawî ya Sehil El-Xab a bakurê rojavayê Hemayê jî rastî êrîşên hikûmetê hatin.

Hêzên hikumeta Şamê û çeteyên dewleta Tirk bi çekên giran li eniyên şer ên Sehil El-Xab cihên hev topbaran kirin.

Back to top button