Bi boneya salvegera serhildana 12’ê Adarê, Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî, Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û MSD’ê şehîdên serhildanê bi bîr anîn û diyar kir, ku pergala demokratîk a li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatiye avakirin, berhema serhildana 12’ê Adarê ye.
Îro salvegera 17’emîn a Serhildana 12’ê Adarê ya 2004`an e. Têkildarî mijarê, fermandarê giştî yê QSD`ê Mezlûm Ebdî li ser hesabê xwe yê Twitterê Serhildana 12’ê Adarê bi bîr anî û wiha got:
Fedakariyên şehîdên serhildanê, îro bi rêveberiyeke xweser a demokratîk ku hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê beşdar bû, tacîdar dibe.
Ebdî tekez kir ku Serhildana 12’ê Adara 2004’an a li dijî zordariya rejîma Baasê, çirûska Şoreşa 19’ê Tîrmeha 2012’an a li Rojava ye.
Meclisa Jinan soza berdewamkirina serhildaê da
Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî bi daxuyaniyeke nivîskî şehîdên Serhildana 12’ê Adarê bi bîr anîn û soza berdewamkirina berxwedanê û serhildanê da.
Daxuyanî wiha ye:
Serhildana 12’ê Adarê bersiva sûcên rejîma Sûriyê yên çewisandin, zordestî û hewldana pişaftina neteweya Kurd û înkarkirina hebûna gelê Kurd e.
Projeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a ku li ser bingeha edaletê, wekheviyê û rêzdariya ji mafên mirovan re hatiye avakirin, yek ji berhemên Serhildana 12’ê Adarê ye.
Meclisa Jinan dawiyê teqez kir ku serkeftina projeya demokratîk rêya çareseriya siyasî û birina Sûriyê ber bi ewlehiyê ve ye.
MSD: Serhildana 12’ê Adarê bû bingeha tevgera gelêrî ya li Sûriyê
Meclisa Sûriya Demokratîk MSD’ê jî bi daxuyaniyekê salvegera 17’emîn a Serhildana 12’ê Adarê bi bîr anî.
MSD’ê destnîaşn kir ku Serhildana 12’ê Adarê bû destpêk û bingeha tevgera gelêrî ya li Sûriyê ku ev 11 sal in dewam dike.
MSD’ê diyar kir ku ji bo pêkanîna hêviyên çareseriyê ji bo aloziya Sûriyê tecrûbeya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilat Sûriyê mînaka ber çav e ku pêwîst e ji dest neyê dayîn.