Istixbarata Fransayê got; DAIŞ careke din bi awayekî veşartî bi taybetî li çolistanên Sûriye û Iraqê xwe bi rêxistin dike.
Koordînatorê netewî yê istixbaratê û têkoşîna li dijî terorê ya Fransayê Laurent Nunez diyar kir ku tevgera DAIŞ`ê li çolistanên li Iraq û Sûriyê zêde bûye.
Laurent Nunez got ku a metirsiyan zêde dike ew e ku DAIŞ amade ye ku çekên kîmyewî û dronan bi kar bîne, metirsî hene jî ku ew li Fransayê werin bikaranîn.
Nunez anî ziman ku Fransa di salên 2012 û 2013`an de zêdetirî hezar û 450 kesên tundraw ji welêt derxistin, ji wan derdora 300 zarok bi rê û rêbazên cuda vegerîn Fransayê.
Li gorî Nunez ji sala 2017`an ve zêdetirî 33 êrîş hatin bêbandorkirin û 500 kesên bi terorê hatine tawanbarkirin, girtî ne û di sala 2021`an de wê 58 kes serbest werin berdan.