Girtiyên PKK û PAJK’ê: Guneş û Şûyûr bi êşkenceyê hatin qetilkirin

Girtiyên PKK û PAJK’ê bi daxuyaniyekê diyar kirin ku Xelîl Guneş û Ebdulrezak Şûyûr ji ber êşkenceya giran hatine qetilkirin.

Girtiyên PKK û PAJK’î derbarê girtiyên nexweş Xelîl Guneş ê ku îro li Girtîgeha Amedê û girtiyê nexweş Abdulrezak Şûyûr ê ku li Girtîgeha Şakranê ya Îzmîrê jiyana xwe ji dest dan, daxuyaniyek weşandin.

Di daxuyaniya ku li ser navê girtiyan ji aliyê Denîz Kaya ve hate dayîn, wiha tê gotin,

“Ji ber siyaset û dijmintiya desthilatdariya faşîst a AKP û MHP’ê girtiyên nexweş Xelîl Guneş û Abdulrezak Şûyûr şehîd bûn.

Berî niha jî hevala me Garîbe Gezer di encama tacîz û tecawizê de hatibû qetilkirin.

Di şehadeta Guneş û Şûyûr de AKP û MHP’ê di serî de Wezareta Edaletê berpirsyar e.

Kesên berpirsên van şehadetan e, wê hesabê vî tiştî ji wan were pirsîn.

Divê desthilatdariya AKP û MHP’ê û Wezareta Edaletê girtiyên nexweş berde.

DMME, CPT û saziyên navneteweyî ji ber tişta pêwist nekirine, ev şehadet pêk hatin.

Em li bendê ne ku ev saziyên navneteweyî Îmrali di serî de li hemberî polîtîkaya tecrîd, zext û êşkenceyê têkevin nav hewldanan.

Back to top button