Li Derya Manşê jê 16 ji başûrê kurdistanê 26 koçber mirin

Nasnameya koçberên ku li Kanal Îngilîstanê jiyana xwe ji dest dan eşkere bû.
Di nava 27 qurbaniyan de 16 ji Başûrê Kurdistanê ne.

Îsal bi hezaran Kurdên Başûrê, ji ber siyasetên hukûmeta herêmê û şertên giran ên jiyanê ketin ser rêya koçberiya..

Beşeke mezin ji wan xwestin di ser Belarûsê derbasî Ewrûpayê bibin.

Hjmareke jî hewl da ji Fransa derbasî Îngilîstanê bibe.

24’ê Mijdarê keleka ku koçber li serbûn di Derya Manşê de noqî avê bû.

Di encamê de 27 kesî jiyana xwe ji dest da.

Nasnameya 26 qurbaniyan îro eşkere bû.

Ji wan 16 ji Başûrê Kurdistanê ne,

Yên mayî jî ji Efxanistan, Etiyopya, Misr, Somalî û Îranê ne.

Li gorî daxuyaniya dozgeriya Parîsê, 17 ciwanên jiyana xwe ji dest dane temenê wan di navbera 19 û 26 salî ye.

Back to top button