Berxwedana Kobanê û Şengale encamên 15’Tebaxê bûn

Çalakvanên sivîl ên Başûrê Kurdistanê bi boneya 39. Salvegera 15’ê Tebaxê axivî.
Çalakvanên sivîl ragihandin ku 15’ê Tebaxê destpêka vejîna çand û zimanê Kurdî ye.”

Li ser Pêngava 15’ê Tebaxê ya Cejna Vejînê re 39 sal derbas dibin.

Derbarê girîngiya 15’ê Tebaxê de çalakvanên siyasî yên Başûrê Kurdistanê axifîn.

Çalakvanê Siyasî Seîd Salih ragihand ku 15’ê Tebaxê cejnek wiha ye ku weke nû ji dayîkbûnê ye û got:

“Me zilm li kesê nekiriye, me li ser axa me dikujin.

Vê xakê jî me bi xwîna xwe parastiye û heta roja îro aniye.”

Ev dîrok despêka vejîna çand û zimanê Kurdiye

Çalakvanek din Kara Mihemed derbarê heman mijarê de axivî û wiha got:

“15’ê Tebaxê pêngavek mezin bû.

Ev dîrok destpêka vejîna çand û zimanê Kurdiye.

Berxwedana Kobanê û Şengalê, encamên 15’ê Tebaxê bû ku, bû rûmet û destkeftî.”

Çalakvanên Kerkûkê: 15’tebaxêdeng û rengê gelekiye

Çalakvanên Kerkûkê jî bi heman armancê axivîn.

Çalakvanê Civaka Sivîl Hîwa Hesen Pêngava 15’ê Tebaxê pîroz kir û ev tişt anî ziman:

“Di 15’ê Tebaxa 1984’an de yekem çirûska şoreşa nû ya gelê yê.

Ew çirûsk deng û rengê gelê kurde.

Wek gelê Kurd me ti demê şer nexwestiye.

Yên vê rêyê hilbijartine dagirker û desthilatdarin.

Her tim keç û xortên Kurdan ji bo parastina xaka pîroz a Kurdistanê canê xwe feda kirine. ”

Serkewt Omer: 15’Tebaxê li şervanê azadiyê PKK’ê pîroz dikim

Çalakvan Serkewt Omer jî ev roj li gerîlayên azadiyê pîroz kir û wiha bilêv kir:

Yê herî zêde parastinê li Kurdistanê dikin gerîlayên PKK’ê ne.

Li ser asta her çar parçeyên Kurdistanê heta di şerê çeteyên DAIŞ’ê de me ew dîtin.

Bêyî ku kes daxwazê ji wan bike, bi keyfxweşî hatin Kerkûk û deverên din parastin.”

Back to top button