Komeleya Stêrk: Em ji bo zarokan projeyan pêşdixin

Li Qamişlo Komeleya Stêrk a Şopandin û Parastina Mafên Zarokan ji bo xilaskirina zarokan ji bandorên neyînî yên şer projeyan pêşdixîne.

Komeleya Stêrk a Şopandin û Parastin Mafê Zarokan a Bakûr û Rojhilatê Sûriyê bi armanca bidawîkirina tundiyê li ser zarokan di bin dirûşmeya “Her zarokek stêrkeke” hat avakirin.

Komele li bajarê Qamişlo hat vekirin.

Berdevka komeleya stêrk Cûliya Xelo diyar kir ku bi sedema êrişên li ser herêmên Bakûr û Rojhilatê Sûriyê tên kirin, bandoreke pir mezin li ser derûniya zarokan çêdibe û ev nirxandin kir:

“Şer bandoreke neyînî li ser derûniya zarokan dike.

Zarokên li herêmê ji ber êrîşan zirarê dibînin û bi tundiyê re rû bi rû dimînin.

Bi taybet li herêmên dagirkirî bandoreke pir xerab li ser derûniya zarokan çêdibe.”

Cûliya di derbarê mijarê de ev tişt anî ziman û got:

“Li ser vê bingehê ji bo avakirina cihên tedawiya derûnî a zarokan, em bi hevkariya saziyên navnetewî yên zarokan projeyan pêşbixînin.”

Back to top button