DYA wê 3 hezar leşker bişîne Rojhilata Navîn

DYE’yê biryar girt ku ji Tumena 82’emîn a Esmanî 3 hezar leşkeran bişîne Rojhilata Navîn.

Piştî kuştina Fermandarê Hêza Qudisê Qasim Sulemanî ya li Bexdayê û gefên Îranê, Emerîkayê biryar girt ku 3 hezar leşkeran bişîne Rojhilata Navîn.

Li gorî Ajansa AFP, Emerîkayê wê van leşkeran ji 82’emîn Tugaya Esmanî bişîne herêmên di bin berpirsyariya CENTCOM ango Fermandariya Hêzên Navendî ya Emerîkayê.

Malpera ABC NEWS jî li ser zimanê berpirsekê ji Wezareta Parastinê ya Emerîkayê ragihand ku hêzeke leşkerî amadekariyan dike ku biçe Lubnanê û parastina balyozxaneya Emerîkî ya li Beyrûdê bike.

Berpirsê Emerîkî diyar kir ku ev hêz ji 100-750 leşkeran pêk tê û niha li Îtalyayê bicih dibe.

Emerîkayê hefteya borî jî 750 leşkerên xwe şandibûn Rojhilata Navîn.

Her weha Emerîkayê piştî kuştina Qasim Silêmanî doh jî hişyarî dabû welatiyên xwe yên li Iraqê ku bi lezgînî ji vî welatî derkevin.

Leave a Reply

Back to top button