Hêzên rejîmê bi topan derdora nuqteya çavdêriyê ya Tirkiyê ya li Merhitat a li gundewarê Meret El-Nûman topbaran kir.
Navenda Çavdêriya Sûriyê ya Mafên Mirovan ragihand ku Merşorîn, Merşemşê,
Tilminis, Meret El-Nûman, Babêla, Xan El-Sibil û derdora Merdibsê ji aliyê hêzên rejîmê ve hate topbarankirin.
Hêzên rejîmê derdora nuqteya çavdêriyê ya dewleta Tirk a dagirker ya li Merhitat a li gundewarê Meret El-Nûman jî topbaran kir.
Li êniyên gundewarê rojhilat û başûr rojhilatê Idlibê jî di navbera hêzên rejîmê û çeteyên dewleta Tirk de bi çekên giran şer rû dide.
Çavdêriyê da zanîn ku ti balafirên rejîmê û Rûsyayê li asmanên herêmê tune ye.



