Li Iraqê bi hezaran kes piştî kuştina Silêmanî kombûn

Ji bo Qasim Silêmanî û Ebû Mehdî Muhendîsî ku doh li Bexdayê ji aliyê Emerîkayê ve hatin kuştin, li Iraqê merasîm hate lidarxistin.
Bi hezaran kesên tevlî merasîmê bûn dirûşmeyên “Bimre Emerîka” qêriyan.

Ji bo Fermandarê Hêzê Qudsê a girêdayî Pasdarên Îranê Qasim Suleymanî û Cîgirê Fermandarê Giştî yê hêzên Heşdî Şebî Ebû Mehdî Mûhedîsî û 8 kesên din ku di êrîşê de hatin kuştin, li Bexdayê merasîm hate lidarxistin.

Ji 10 kesên ku di êrîşê de hatin kuştin cenazeyê 5 kesên bi Iraqî karwanekê birin Kazimiyê.

Tevî serokwezîrê Iraqê Adil Abdulmehdî, bi hezaran kesên ku cilên reş li xwe kiribûn tevî karwaneke wesaîtên leşkerî meşiyan.

Girseyê posterên Lîderê olî yê Îranê Elî Xamneyî û Lîderê Hizbûlaha Lubnanê Hesen Nasralah hildan.

Girseya ku li Taxa Kazimiye kom bûn dirûşmeyên ‘Ji bo Ebû Mehdî El-Muhendis tolhildan’ qîriyan.

Piştî meşê wê li Herêma Kesk merasîmekek fermî bê lidarxistin.

Li Îranê jî ji bo merasîma cenazeyê ya Qasim Silêmanî amadekarî dest pê kirin.

Hat diyarkirin ku cenazeyê Qasim Silêmanî wê Sêşemê li bajarokê Kîrman yê lê jidayîkbûyê were veşartin.

Leave a Reply

Back to top button