Kombûna Jinan a Zenûbiya bi daxuyaniyekê sûcê destdirêjiya li zaroka 10 salî ya li Efrîna dagirkirî şermezar kir û bang li rêxistinên mafên mirovan kir ku sûcdaran ceza bikin.
Daxuyanî li pêş avahiya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Tebqayê bi beşdariya gelek jinên bajêr, endamên saziyên sivîl, Hêzên Ewlekariya Hundirîn, Yekitiya Jinên Ciwan û Partiya Sûriya Pêşerojê hate dayîn.
Endama rêveber a Yekitiya Jinên Ciwan a Tebqayê Aya El Silêman daxuyanî xwend û got:
Dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê ji bilî wêranî û kuştinan ji gel re naniye.
ji ber paşguhkirina cîhanê ji van kirinan re sûcên herî hovane pêk tên.
Em bêdengiya rêxistinên navneteweyî yên hiqûqî şermezar dikin.
Divê hêzên navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan ji bêdengiya xwe derkevin û bi awayekî cidî tev bigerin.
Çeteyekî Artêşa Niştîmanî destdirêjî li zarokekî kir û piştire ew kuşt



