Li Kanada bagera qeşayê: mîlyonek Kanadayî bê elektirîk man

Bagera qeşayê, rojhilatê Kanadayê da ber xwe.
Ji ber bagera qeşayê bêtirî milyonek kes bê elektirîk man.

Li gorî rayedaran, li welat nêzî 1,2 mîlyon malbat ku ji wan 1,1 mîlyon li herêma Qebec in, bê elektirîk mane.

Ji ber giraniya qeşayê gelek dar şikestin û xetên elektirîkê xisar dîtine.

Nîvê bajarê Montrealê bê elektirîk ma, hemû dibistan jî hatin girtin.

Kolan tijî darên şikestî bûne.

Lampeyên trafîkê, bisîklet, wesayît û nebat bi qeşayê hatin pêçan.

Rayedaran diyar kirin ku ziyan gelek mezin e.

Wezîrê Aborî û Enerjiyê yê Quebec Pierre Fitzgibbon got,

“Montreal wêran bûye, lê di bin kontrolê de ye.”

Ji bo mirovên bê ceyran mane, navend hatin vekirin.

Hate diyar kirin ku ji ber germahî daket sifirê, heta ceyran tê wê çend roj ev rewş bidome.

Qutbûn, ji 1998’an ve ji bo Quebecê wekî qutbûna herî mezin hat hesibandin.

Di 1998’an de, Quebec bi hefteyan di rewşek kaotik de bû.

Back to top button