Artêşa Îsraîlê careke din êrişî çep û rastê xwe dike

Artêşa Îsraîlê bi dijwarî êrişê xeta Xezayê kir û piştre jî başûrê Libnan da ber topan.
Li herêma Hemra di êrişa li dijî erebeyek sivîlên Îsraîlî de 2 jin hatin kuştin û yek jî bi giranî birîndar bû.
Li cihê kêmkirina aloziyê, Serokwezîrê Îsraîl Netanyahu got:
Ji bo parastina xaka welat tişta pêwist ew ê bikin û fermanê ji kesê nagirin.

Oparasyênên artêşa Îsraîl yên li ser Mizgefta Eqsa careke din bû seda aloziya li herêmê gur bibe.

Li gorî medya Libnanê artêşa Îsraîlê destpêkê êrişî Xezayê bombebaran kir.

Piştî nîvê şevê jî başûrê Libnanê kir armanca êrişên xwe.

Artêşa Îsraîlê bi daxuyaniyekê ragihand ku li herêma Raşîdiye ya ku kampa penaberên Filistînî lê ye, li nêzî bajarê Sûrê yê Libnanê li 3 “binesaziyên” Hamasê xistine.

Hêjayî gotinê ye ji Nîsana 2022’an ve cara yekem Îsraîl piştrast dike ku wan êrişek li ser axa Libnanê pêk anîne.

Ji başûrê Libnanê bêtirî 30 roket ber bi Îsraîlê ve hatin avêtin.

Îsraîl bi hinceta van êrişan îdia kir ku bombeyên “bi hedef” hatine pêkanîn.

Ji rewşa heyî jî hikumeta Libnanê hate sûcdar kirin.

Piştî ku hêzên Îsraîlê li Qudsê êrişî mizgefta El-Eqsayê kirin, bi roketan li Îsraîlê hate xistin.

Artêşa Îsraîlê ragihand ku wan li Xezeyê tunel, çekên giran û atolyeyên hilberîna çekan jî di nav de bi tevahî 10 hedef bombe kirine.

Li hember van êrişan ji Xezyê bi dehan moşek hatin avêtin Îsraîlê.

Hamas ji BBC re piştrast kir ku êrîşên bi roketan di dema serdana serokê rêxistinê Îsmaîl Heniye bo Beyrûtê de pêk hatine.

Li hemra êrişî erebeyekê hate kirin: 2 jinên Îsraîlî hatin kuştin

Li gorî Reutersê, artêşa Îsraîlê da zanîn ku li nêzî yekîneyên li Hemra ya Xezayê de bi çekan êriş li erebeyekê hate kirin.

Di encamê de 2 jinanên Îsraîlî jiyana xwe ji dest dan û yek jî bi giranî birîndar bû.

Hêza Aştiya Demkî a NY: Îsraîl û Libnan şer naxwazin

Hêza Aştiya Demkî ya NY (UNIFIL) jî têkildarî aloziya heyî daxuyaniyek nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hate gotin,

Artêşa Îsraîlê beriya êrişê ji wan re ragihandiye ku ew ê êrişî başûr Libnanê bikin.

Fermandarê UNIFIL Aroldo Lazaro jî ragihand ku Îsraîl û Libnan şer naxwazin.

Netanyahu: Ti nîqaş wê nekarin rê li ber bersivdayîna me bigre

Piştî 34 rokêtên ku ji Libnanê ber bi bakurê Îsraîlê ve hatin avêtin, civîna kabîneya ewlehiyê li Îsraîlê dest pê kir.

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu beriya civînê axivî û diyar kir ku nîqaşên li nava welêt wê li hemberî dijminên Îsraîlê nebin asteng û got,

“Ti nîqaşeke navxweyî nikare pêşiya me bigire ku em bersivê nedin dijminên xwe.

Li kur pêwist be em ê wan gulebaran bikin.

Em hemû di vê mijarê de yek in.”

Back to top button