Jinên li Qamişloyê bang li PDK’ê kir: Azîme Arsun berdin

Jinên ji Qamişloyê girtina siyasetmedara Kurd Azîme Arsûn bi tundî şermezar kir
Ji rayedarên PDK’ê xwest di zûtirîn demê de Azîme Arsûn were berdan.

Derbarê girtina siyasetmedara Kurd Azîme Arsun de ku 2’yê Gulanê ji aliyê hêzên PDK’ê ve hatiye girtin jinên li Qamişloyê nerazîbûna xwe anî ser ziman.

Sitêr Ebdilqadir Remo diyar kir ku PDK ji hêza jinan ditirse, lewma wan dike hedef û got:

“Ev ne cara yekemîn e ku jin ji aliyê PDK’ê ve tên girtin.

PDK bi vê siyaseta xwe nîşan dide ku ji hêza jinan ditirse, bi xiyanetê hebûna xwe didomîne.

Lê bila PDK bizane ku bi girtina jinan û kuştina Kurdan dê tu carî bi ser nekeve.”

Li ser heman mijarê Menîce Heyder jî PDK bi tundî şermezar kir û ev nirxandin kir:

“Ez xiyaneta PDK’ê şermezar dikim.

Azîme Arsûn jineke siyasetmeder bû, ji ber nexweşiyên xwe dê biçûya Ewropayê

lê ji aliyê PDK’ê ve hatiye girtin û heta niha jî ne diyar e ka li ku derê ye.

Divê PDK dev ji polîtîkayên xwe yên qirêjî berde.”

Mexmûr-Girtina siyasetmedara Kurd Azîme Arsûn hat şermezarkirin

Back to top button