Çalakiyên greva birçîbûnê di roja 207 de didome

Berxwedana li zîndanên dewleta Tirk a li dijî tecrîdê û ji bo azadiy Rêber Apo bi biryardariyeke xurt didome. Li derve jî nerazîbûn û çalakiyên li dijî tecrîdê zêde dibin.
Dayika girtiyê bi navê Mert Ekîncî, Şerîfe Ekîncî diyar kir tevî ku kurê wî nexweşe jî lê wî nabin nexweşxaneyê û derman nakin.

Girtiyên PKK û PAJK’ê ji bo azaidya Rêber Abdullah Ocalan û bidawîkirina binpêkirinê mafên mirovan li girtîgehan, dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin e.

Çalakiya girtiyan bi koma 42’emîn di roja 207’an de didome.

Girtiyên di grevê de dan zanî ku ew bi armanca bidawîkirina tecrîda li ser Rêber APO dest bi çalakiya xwe kirine û wê çalakiya wan heya bigihêje armanca xwe dewam bike.

Çalakiya li Kampa Penaberan a Mexmûrê jî di roja 186’an de ye.

Çalakiya li kampa Penaberên Lavrîo ya Yewnanistanê jî ee 169 roj in dewam dikin.

” Em bi hev re bibin dengê zarokên xwe “

Dayika Mert Ekîncî ku li Girtîgeha Tîpa F a Wanê girtî ye Şerîfe Ekîncî jî derbarê rewşa kurê xwe de axivî û got:

Ligel ku kurê min serî li rayedarên girtîgehê daye jî ew nabin nexweşxaneyê.

Binpêkirinên mafan ên li ser girtiyan û bi taybet girtiyên nexweş, gihîştiye asta zilmê.

Şerîfe, bi gotina “Divê em bi hev re deng derxînin” bang li raya giştî kir û da zanîn ku ew ê her dem ji bo zarokên xwe li ber xwe bidin.

Back to top button