Li Qamişlo dagirkeriya Tirk bi çalakiyekê hat şermezar kirin

Dagirkeriya Tirk a li başûrê kurdistanê bi çalakiyan tê şermezar kirin.
îro li bajarê Qamişlo bi çalakiyekê êrîşên Tirkiyê hat şermezar kirin.
Çalakiya konvedanê a li Kobanê jî, îro di roja 3’an de bi dawî bû.
Ciwanên Reqa û gundewarên wê jî, tecrîda girankirî ya li ser Rêber Ocalan û êrîşên dewleta Tirk a dagirker li ser başûrê Kurdistanê şermezar kirin û banga xurtkirina têkşînê kirin.

Bertekên gelên bakur û rojhilatê Sûriyê li dijî dagirkeriya Tirk a li ser başûrê kurdistanê didomin.

Îro dagirkerî li bajrê Qamişlo bi meşekê hat şermezar kirin.

Di çalakiyê de kesên axivîn piştgiriya xwe bi gerîla re nîşan dan û destnîşan kirin ku pîwîste di van rojên hesas de her kes bikeve nava tevgerê de.

Çalakiya konvednanê ya Kobanê îro di roja 3’an de bi dawî bû

Çalakiya konvedanê ya li Kobanê jî ku bi heman armancê hatî lidarxistin îro di roja 3’an de bi dawî bû.

Kesên ku tevli çalakiyê bûn diyar kirin ku armanca êrîşan, têkbirina destkeftiyên kurd e..

Ciwanên Reqayê tecrîd û êrîşên dagirkeriyê şermezar kirin

Ciwanên Reqa û gundewarên wê jî bi daxuyaniyekê Tecrîd û êrîşê li ser başûr şermezar kirin.

Di daxuyaniyê de bal kişandin li ser tecrîda li dijî rêber APO û diyar kir ku ew bi saya felsefeya wî gihiştina vê astê û wiha hate gotin:

Desthilata AKP-MHP’ê her tim êrîşî destkefteyên netewa demokratîk dike, armanca wê ya tekane zindîkirina împratorya Osmanî ye.

Ciwanan behsa êrîşên dagirkeriyê yên li ser başûrê kurdistanê jî kirin û gotin:

Pêwîst bû ku malbata Barzanî li dijî van êrîşa derketeba, lê mixabin desteka Tirkiyê kir.

Ciwanan bang li rêxistinên hiqûqî kir ku li dijî êrîşên dagirkeriyê helwestekê nîşan bidin.

Back to top button