Siyasetmedar û hiqûqnas: Li gorî qanûnên navneteweyî êrîşên Tirkiyê sûcên şer in

Têkildarî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê hiqûqnasên Bakur û Rojhilatê Sûriyê diyar kirin ku dewleta Tirk a dagirker bi van êrişan sûcê şer dike.
Her wiha siyasetmedar Fîras Qesas jî dazanîn ku armanc ji êrişên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê têkbirina projeya Rêveberiya Xweser e.

Dewleta Tirk a dagirker di dawiya sala 2023’yan de êrişên xwe li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêdetir kirine.

Di encama êrişan de 10 kes şehîd bûn, bi dehan kes birîndar bûn, her wiha ziyanên madî jî çêbûn.

Têkildarî êrîşên dewleta tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê endamê Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser Xalid El Hesen axivî.

Xalid El Hesen: Êrîşên Tirkiyê hurmeta olan binpê dike

Xalid El Hesen êrişên dewleta Tirk ên li ser herêmê şermezar kir û got:

“Dewleta Tirk a dagirker li gel armanckirina binesazî, jêderên enerjî û dibistanan, birayên me yên Xiristiyan di roja cejna Neolê de kir armanc.

Ev êriş binpêkirina hurmeta olan e.

Li gorî madeya 8’an a Mîsaqa Romayê êrişên li ser binesazî, zarok, jin û nexweşxane sûcê şer in.”

Salih Selame: Dewleta Tirk rêbazê aştiyê binpê dike

Endamê Yekitiya Parêzeran a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Salih Selame jî dazanîn ku Dewleta Tirk tevahî rêbazên aştiyê binpê dike û wiha anî ziman:

“Li gorî qanûn û pergalên navneteweyî êrîşên tirkiyê sûcên şer in.”

Ebdullah El Eryan: Divê parêzer doza Sûriyê bi cîhanê bidin fêmkirin

Parêzer Ebdullah El Eryan jî diyar kir ku divê parêzerên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û parêzerên Sûriyê doza Sûriyeyê ya zehmet bi cîhanê bidin fêmkirin.

Fîras Qesas: Armanca dewleta Tirk têkbirina Rêveberiya Xweser e

Têkildarî heman mijarê serokê Partiya Nûjen û Demokratîk a Sûriyeyê û muxalifê sûriyeyî Fîras Qesas diyar kir ku armanca dewleta Tirk têkbirina projeya demokratîke û wiha got:

“Serketina tecrûbeya Rêveberiya Xweser derbeyek li hemberî pergala navendî û îdeolojîk ê rejîma Tirk e, her wiha helwesta rejîma Tirk a li hember Ocalan lawaz dike.

Ev êriş hêrs û bêçarebûna dewleta Tirk li hemberî pêşketina ezmûnên di rêya pêkanîna civaka demokratîk de nîşan dide.

Dema rewşek li dijî rêgezan bin, mixabin hêzên navneteweyî berjewendiyên xwe esas digirin û pîvanên girêdayî çanda mafên mirovan û nirxên gerdûnî binpê dikin.”

Dagirkeran gundên li Şera, Şehba û Til Rifatê topbaran kirin

Back to top button