Rojnamevan Silêman Ehmed ev 74 rojin agahî jê nayê girtin

Rojnamevan Silêman Ehmed yê ku ji aliyê PDK’ê ve hatiye revandin, ev 74 rojin agahî jê nayê girtin.
Parêzerê Silêman Ehmed diyar kir ku tawanên li dijî muwekîlê wan ne rastin û got asayîşa PDK’ê rê nade ku ew muwekîlê xwe bibîne.
Her wiha Rojnamevan Xeyrî Kiziler jî, banga serbest berdana Silêman Ehmed kir û wiha got:
“Silêman Ehmed rojnamevane û rojnamevanî ne sûce.”

Li dijî revandina Rojnamevan Silêman Ehmed yê ku ji aliyê PDK’ê ve hatiye revandin, li seranserê Kurdistan, Iraq û cîhanê bertek û bangên azadiyê belav dibe.

Rojnamevanê ajansa Rojnews’ê Silêman Ehmed, ev 74 rojin agahî jê nayê girtin.

Parêzerê rojnamevan Silêman Ehmed, Narîman Ehmed Reşîd derbarê rewşa muwekîlê xwe û astengiyên li pêşiya wan de axivî.

Parêzer Nerîman Ehmed da zanîn ku tawanên li dijî Silêman Ehmed ne rast in û got:

“Silêman bi belgeyên xwe yên fermî çû Rojava û bi fermî ji Rojava vegeriya.

Heta roja hat revandin jî tu pirsgirêkên wî yên qanûnî tune bûn.”

Parêzer Nermîn Ehmed: PDK’ê rê nade parêzer Silêman Ehmed bibînin

Nerîman Ehmed diyar kir ku wan ji bo li ser dosyaya muwekîlên xwe bisekinin, wan hevdîtin bi asayîşa Dihokê re kirin û got:

“Asayîşa Dihokê rê neda em muwekîlên xwe bibînin û îdia kirin ku ew ne li cem wan e.”

Li gorî qanûnan dibe parêzer piştî 24 saetan ji binçavkirinê muwekîlê xwe bibîne, lê asayîşa PDK’ê qanûnên Iraq û Başûrê Kurdistanê bi cih nayîne.”

“Asayîşa Dihokê bi awayekî qanûnî nêzî parêzeran nabe”

Reşîd diyar kir heta niha aqûbeta Silêman Ehmed nayê zanîn û asayîşa Dihokê bi awayekî ne qanûnî nêzî parêzeran dibe.

Rojnamevan Xeyrî Kiziler: Divê PDK demilidest Silêman Ehmed berde

Derbarê heman mijarê de Rojnamevan Xeyrî Kiziler jî, axivî û banga demil dest serbestberdana rojnamevan Silêman Ehmed kir.

“Silêman Ehmed rojnamevane û rojnamevanî ne sûc e”

Rojnamevan Xeyrî Kiziler got:

“Ji Rojnamevan Silêman Ehmed agahî nayê girtin û nahêlin bi parêzeran re jî hevdîtin bike.

Silêman Ehmed rojnamevane û rojnamevanî ne sûce.

Divê PDK’ê rojnamevanê me Silêman Ehmed demil dest berde.”

”Divê demildest Silêman Ehmed bê berdan”

Komek rojnamevan, hîndekar, aktîvîst û parêzerên Kurd ji bo serbest berdana edîtorê Rojnewsê Silêman Ehmed, daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:

Ji Rojnamevan Silêman, zêdeyî 2 meh in tu agahî jê nayê girtin.

Divê her kes li dijî van cezayên neqanûnî yên ku ji aliyê hikûmetê ve hatine pêşxistin, rawestin.

Ji ewlekariya jiyana Silêman Ehmed Asayîşa Giştî ya Dihokê û hikûmeta Başûrê Kurdistanê berpirsyare.

Divê demildest Silêman Ehmed bê berdan.”

73 rojin agahî ji rojnamevan Silêman Ehmed nayê girtin

Back to top button