Îstixbarata Îranê: Yek ji êrişkarên Kirmanê ji Tacikîstanê ye

Wezareta Îstixbarata Îranê jî têkildarî teqînên li bajarê Kirmanê ku têde bi dehan kes hatin kuştin daxuyaniyek weşand.

Wezaretê diyar kir ku yek ji her du êrişkarên xwekuş yên di teqîna li Kirmanê de xelke Tacikîstanê ye lê nasnameya kujerê din hîn nehatiye tesbîtkirin.

Ajansa Tesnîm ya Îranê jî bi agahiyên xwe yên ku dispêre Wezareta Îstixbaratê ya Îranê ragihand hêzên îranê 9 kesên ku tiliya wan di teqînên kirmanê de heye hatine binçavkirin.

Hêzên Îranê ji ber teqînê gelek kes binçav kirin

Back to top button