Hêzên Îranê ji ber teqînê gelek kes binçav kirin

3’ê Çile li bajarê Kirman yê Îranê di merasima bîranîna Qasim Suleymanî de, 2 êrişên bombeyî pêk hatin.
Di encamê de 89 kes mirin û bi sedan jî birîndar bûn.
Îro hêzên Îranê gelek kes bi tuhmeta pêywendiya wan bi êrişê re heye binçav kirin.

Di 3’ê Çile de li bajarê Kirman yê Îranê di merasîma bîranînê yê Qasim Suleymanî de du teqînên mezin rû dan.

Di encama teqînê de 89 kesan jiyan xwe ji dest dan û bêtirî 100 kes jî birîndar bûn.

Li gorî daneyên dawî 84 kes mirine.

Her wiha 284 kes birîndar bûne ku niha 195 kes ji wan hê li nexweşxanê tên dermankirin.

DAIŞ’ê ev êriş girt ser xwe.

Di daxuyaniya ku roja pêncşemê li ser hesabê Telegramê hate kirin de hate ragihandin ku êriş ji aliyê du çeteyên DAIŞ’ê ve hatiye kirin.

Wezîrê Karên Hundirîn ê Îranê Ehmed Wehîdî der barê her du teqînan de daxuyaniyek belav kir.

Ehmed Wehîdî diyar kir ku hêzên ewlehî hejmarek gumanbarên ku tê texmînkirin peywendiya wan bi her du teqînên li Kirman re heye, girtine.

Lê hejmar kesên hatine girtin û agahiyeke berfire li ser wan nehate parvekirin.

KCK: Êrişa li Îranê, li dijî hemû gelên Rojhilata Navîn bû

Back to top button