KCK: Divê sibê her kes bi xurtî beşdarî meşa li Parîsê bibin

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi boneya salvegera komkujiya Parîsê daxuyanî da.
KCK’ê komkujiya Parîsê weke beredewamiya Komploya Navneteweyî pênasekir û got: “Ev êrîş li dijî xeta azadiya jinê hatiye kirin ji niha û pê ve divê têkoşînek xurtir were meşandin.
Berpirsiyarê komkujiya parîsê Fransa bi xwe ye. Divê gelê me li dijî komkujiyan têkoşîna xwe hîn xurtir bikin.”

Hevserokatiya Konseya Rêveber a Koma Civakên Kurdistan-KCK’ê bi boneya salvegera Komkujiya Parîsê daxuyaniyek nivîskî da.

KCK: Ew êrîş li dijî xeta azadiya jinê hat kirin

KCK’ê di daxuyanya xwe de di şexsê hevrê Sara, Rojbîn û Ronahî de hemû şehîdên şoreşê bi bîranî û got:

“11 sal bi ser şehadeta hevrê Sara, Rojbîn û Ronahî yên di Çileya 2013’an de li Parîsê hatin qetilkirin re derbas bûn.

Sê jinên Kurd ên şoreşger li Parîsê di êrîşa hovane de hatin qetilkirin.

Em careke din vê komkujiya hovane bi tundî şermezar dikin.

Komkujiya Parîsê weke berdewamiya Komploya Navneteweyî ya di çarçoveya qirkirina Kurdan de pêk hat.

Ev êrîş li dijî xeta azadiya jinê hatiye kirin û armanca wan jî astengkirina xeta azadiya jinê ye.

Ev jî nîşan dide ku Komkujiya Parîsê berdewama zîhniyeta qirker, mêtinger û dijminatiya jinan e.”

KCK: Berpirsyarê sereke yê komkujiyên Parîsê Fransa ye

KCK’ê di berdewama daxuyaniya xwe diyar kir ku berpirsê komkujiyê Parîsê Fransa ye û wiha domand:

“Êrîşa ku cara duyemîn di 23’yê Kanûna 2022’an de li Parîsê pêk hat û tê de hevrê Evîn Goyî, welatparêzê Kurd Abdurrahman Kizil û Mîr Perwer şehîd bûn.

Ger Komkujiya Parîsê ya 9’ê Çileya 2013’an bihata ronîkirin, Komkujiya Parîsê ya 23’ê Kanûna 2022’an pêk nedihat.
Ji ber vê yekê berpirsyarê sereke yê Komkujiyên Parîsê, Fransa bi xwe ye. ”

KCK: Divê gelê me li dijî komkujiyê têkoşînê hîn xurtir bikin

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê herî dawî got:

“Gelê Kurd û dostên wan heta îro li dijî Komkujiyên Parîsê têkoşîneke girîng dane û diyar e ku ev têkoşîn wê ji niha û pê ve jî bidome.

Ev helwesta gelê me û dostên wan gelekî watedar û bi nirx e.

Ji niha û pê ve divê têkoşînek xurtir were meşandin.

Divê gelê me li dijî komkujiyê bertekên xwe yên demokratîk nîşan bidin.”

Amadekariyên ji bo meşa Parîsê dewam dikin

Back to top button