Amadekariyên ji bo meşa Parîsê dewam dikin

Kurdistanî û dostên wan yên li Ewropa xwe ji bo meşa girseyî a li dijî komkujiyên Parisê amade dikin.
Ji bo hesap-xwestina ji kujeran, sazî û rêxistinên li Ewropa bang tevlîbûna meşê kirin û gotin: Emê lêgerîna xwe ya edaletê bidomînin..

Bi wesîleya salvegera komkujiyên li paytexta Fransa Parîsê, amadekariya çalakiyan dewam dikin.

Kurdistanî û dostên wan ji bo hesab-pirsîna ji kujerên Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan, Leyla Şaylemez, Evîn Goyî, Mîr Perwer û Abdûrrahman Kizil wê sibê meşek girseyî lidarbixin.

Di çarçoveya amadekariyên meşê de serdanên malan û dikandaran, civînên gel, daliqandina afîşan têne kirin.

Her wiha bi wesayiteke reklamê jî, ji bo meşa 6’ê Çileyê ya li Parîs Gare Du Nord bang hate kirin.

“Ji bo hesapxwestina ji kujeran 6’ê çileyê li qadan bin”

Endamên Meclîsa Jinê ya Dest-Dan jî ji bo meşa li dijî komkujiyan banga tevlîbûnê kirin.

Meclîsa Jinê bi dirûşma “Parîs di tarîtiyê de ye, Edalet li kû ye!” banga tevlîbûnê kirin û wiha got:

“Dewleta Fransayê bi ser girtina dosyeya doza komkujiya 1. re, bingehê komkujiya 2′. a Parîsê ya 23’ê Kanûna 2023’yan amade kir.”

Meclîsê diyar kir ewê lêgerîna xwe ya edaletê bidomînin û bang li her kesî kirin ku li qada Herman-platzê a Berlînê bicivin.

FED-KURD jî bi daxuyaniyek nivîskî ji bo meşa ku wê li Berlînê bê lidar xistin, banga tevlîbûnê kir.

FED-KURD di daxuyaniya xwe de got:

“Ewropayê ku xwe dike xwedî demokrasî, azadî û mafê mirovan ev du komkujî lê tên kirin, Fransa bi helwestên xwe dibin hevkarên kujer û komkujiyan.”

Back to top button