65 rewşên nû û mirina 2 kesên din hatin tomarkirin

Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku 65 rewşên nû yên vîrûsa coronayê û 2 rewşên mirinê hatin tomarakirin.

Desteya Tenduristiyê, bîlançoya dawî ya pêketiyên vîrûsê eşkere kir, ku 65 rewşên din ên Coronayê hatin tomarkirin.

Ew jî;

  • 16 li Dêrikê
  • 12 li Hesekê
  • 11 li Qamşlo
  • 8 li Reqa ne
  • 6 li Dirbêsiyê
  • 3 li Kobanê
  • 2 li Girkê legê
  • 2 li Dêra Zorê
  • 2 li Tebqa 
  • 1 li Amûdê
  • 1 li Tipêsbiyê
  • 1 li Rimêlan

Desteyê diyar kir ku, kesek li bajarê Dêrikê, yek jî li bajarê Qamişlo bi vîrûsê jiyana xwe ji dest daye û 40 jî rihet bûne.

Bi van daneyên nû re, jimara pêketiyan derket 689’an, 198’an ji wan baş bûne û 42’an jî jiyana xwe ji dest daye.

Back to top button