Lehiya ku ev çend roj in li Sûdanê rabûye, rûberek berfereh ji welêt daye ber xwe. Lehiyê ziyanek mezin û zirarek zêde gihandiye mirov û derdorê.
Di encama lehiyê de heta niha zêdeyî 100 kesî jiyana xwe ji dest daye û gelek jî birîndar in.
Lehiyê zêdeyî 65 hezar malbat jî piştî wêranbûna malên wan bê war hiştin ku 16 wîlayetên welat daye ber xwe .
Înê, Hikumeta Sûdanê rewşa awarte heta 3 mehan ragihand.
Hat ragihandin ku Çemê Nîlê ji berya 100 salan ve, îsal, rêjeya herî bilind a avê tomar kiriye .