Navenda Çapemeniyê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê nasnameya endamekî xwe ku di 16’ê Kanûnê de şehîd bûbû, eşkere kir.
Navenda Çapemeniyê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyeke nivîskî nasnameya şervaneke xwe eşkere kir.
Navenda Ewlekariya ragihand ku di 16’ê Kanûnê de li Holê dema hêzên wan wezîfeya dewriye pêk dianî rastî êrîşekê hatine û di encamê de endamê wan ê asayîşê Elî Mihemed şehîd bûye.
Hêzên Ewlekariya Hundirîn ji bo malbata şehîd Elî Mihemed sersaxî xwest.
Li gorî daxuyaniyê nasnameya şehîd Elî Mihemed wiha ye:
Nav û paşnav: Elî Naso Mihemed
Navê dayikê: Mesriya
Cih û dîroka jidayikbûnê: Um Hucêra, 03.03.1985
Cih û dîroka tevlêbûnê: Hol, 22.05.2017
Cih û dîroka şehadetê: Gundewarên Holê, 16.12.2019