Welatiyek din li Efrîna dagirkirî hat revandin

Welatiyek li Efrîn hate revandin û temen-mezinekî ji ber êşkneceyê jiyana xwe ji dest da.

Tora Çalakvanên Efrînê ragihand ku çeteyên El-Cebha El Şamiya welatiyek ji gundê Mearska revandin û erebeya wî jî dizîn.

Navê kesê ku hatiye revandin Eryan Xelîl yê 36 ye.

Torê da zanîn ku çeteyan, Eryan Xelîl li hember girtina fidyê, ew berdan e.

Her wiha çeteyên bi navê Polîsên Sivîl, Hisên Hidik ê 43 revandin.

Beriya niha jî Hisên Hidik bi behaneya ku bi Rêveberiya Xweser re kar dikir hate revandin, çete bi revandinê jî dixwazin ku li hember berdana wî fidyeyê bigrin.

welatiyê Yihya Hemo..Piştî hat êşkencekirin jiyana xwe ji dest dide

Beriya çend rojan jî, li gundê Îska yê Şêrawayê welatiyê temen-mezin Yihya Hemo ku ji aliyê çeteyên Feyleq El Şam ve rastî êşkenceya dijwar hatibû, jiyana xwe ji dest da.

Çeteyan dema Hemo êşkence dikirin jî, 300 dolar û telefûna wî didizin.

Back to top button