Heyva Sor a Kurdistanê encama pêngava ‘Rojhilat ne bi tenê ye’ ragihand

Heyva Sor a Kurdistanê encamên kampanya alîkariyê ya ji bo Serhildana “Jin, Jiyan, Azadî” ragihand.
Heyva sor diyar kir ku bi giştî bi 77 hezar û 750 Euro alîkarî ji mexdûran re hatiye şandin.

Nûnertiya Rojhilatê Kurdistanê ya Heyva Sor a Kurdistanê li ser alîkariyên ji bo Rojhilatê Kurdistanê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku piştî destpêkirina xwepêşandanên li dijî desthilata Îranê, li Rojhilatê Kurdistanê gelek kes mexdûr bûn.

Ji wan bi sedan kes şehîd bûn, gelek kes birîndar bûn û krîzeke giran a aboriyê bandor li şêniyên herêmê kir.

Di daxuyaniya heyva sor a Kurdistanê de de wiha hate gotin:

“Heyva Sor a Kurdistanê weke rêxistineke xêrxwazî, mirovahî û niştimanî kampanya alîkariyê li darxist.

Kampanya bi navê ‘Rojhilat ne bi tenê ye’ ji bo alîkariya qurbaniyên serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ya li Rojhilatê Kurdistanê bû.

Heyeva Sor a Kurdistanê diyar kir ku piştî 4 mehan ew dawiya kampanyayê ragihînin û wiha got:

Di çarçoveya vê kampanyayê de, komeke xêrxwaz, azadîxwaz û welatparêzên li derveyî welat bi berpirsyariyeke mezin hatin ser vê bangê.

Mixabin dema ku em mijûlî gihandina alîkariyan ji bo qurbaniyan bûn, erdhejek li bajarên Rojhilatê Kurdistanê rû da û êşa gelê me kûrtir kir.

Di kampanya me de alîkarî ji bo mexdûrên Erdhejê jî hate kom kirin.”

Li gorî daxuyaniyê, encamên pêngava ‘Rojhilat ne bi tenê ye’ bi vî rengî ne:

  • Alîkariya ku di çarçoveya kampanyayê de hatiye komkirin bi giştî 23 hezar Euro ye.
  • Alîkariyên ku ji mexdûrên serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ û mexdûrên erdhejê re hatine şandin bi giştî 77 hezar û 750 Euro ye.

Di vê çarçoveyê de alîkarî ji bo

  • 98 birîndaran
  • 53 malbatên şehîdan
  • 89 Astengdaran
  • 100 malbatên ku di erdheja bajarê Xoy de bûne mexdûr hatiye dayîn.”

Heyva sor a Kurdistanê di dawî de spasiya xêrxwazan h kir û diyar kir ku ew pêngavê bi dawî dikin.

Back to top button