HPG’ê nasnameya 3 gêrîlayên şehîd eşkere kir

HPG’ê bi daxuyaniyekê 3 gerîlayên ku di dem û cihên cuda de şehîd bûne bi bîr anî.
HPG’ê diyar kir ku hêzên gêrîla li hemberî êrişên dagirkeriyê, berxwedanên dîrokî afirandin û êrişên dijmin têk birin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HGP’ê derbarê 3 Gerîlayên Azadiya Kurdistanê ku di demên cuda de li cihên cuda şehîd bûne daxuyaniyek belav kir.

HGP’ê ji malbatên şehîdan û gelê Kurd ê welatparêz re sersaxî xwest û wiha got:

“Hêzên me li hemberî êrişên dagirkeriyê Dastanên berxwedanê yên dîrokî afirandin û êriş têk birin.

Yek ji çeperên girîng ên vê berxwedana dîrokî çepera berxwedanê ya Kela Çemço ya li Zapê ye.

Artêşa Tirk 353 rojan bi çekên kîmyewî û qedexekirî, bi hemû derfetên xwe êrişî çeperên me yên berxwedanê kir.

Lê belê tevî vê yekê jî nekarî çepera berxwedanê ya Kela Çemço bixîne.

Hevrêyê me Botan Goyî bi fedaîtî li ber rabû, şer kir û şehîd bû.

Berxwedana hevrê Botan Goyî ya li kela Çemçoyê, ziyaneke mezin gihand hêzên dijmin.”

HPG’ê bi bîr xist ku li gel biryara bêçalakîtiyê rejîma AKP-MHP’ê ya faşîst êrişan dewam dike û got:

“Di 16’ê Nîsanê de li qada Tendurek a Serhedê li hemberî 2 hevrêyên me yên li ser erka xwe bûn, artêşa Tirk a dagirker êrîş kir û şer qewimî.

Di vî şerî de Fermandara Fedaî hevrê Hêjar û hevrê Bager şehîd bûn.”

Nasnameyên Gêrîlayên ku şehîd bûne wiha ne:

Nasnav: Botan Goyî
Nav paşnav: Bîlal Mihemed Elî
Cihê jidayikbûnê: Zaxo
Dayik: Gûrbet
Bav: Mihemed
Dem û cihê şehadetê: 7’ê Nîsana 2023 / Zap

Nasnav: Hêjar Zozan
Nav paşnav: Sevîlay Akyildirim
Cihê jidayikbûnê: Erdexan
Dayik: Eflatûn
Bav: Bîlal
Dem û cihê şehadetê: 16’ê Nîsana 2023 / Serhed

Nasnav: Bager Baz
Nav paşnav: Orhan Kalabalik
Cihê jidayikbûnê: Wan
Dayik: Zubeyde
Bav: Mîhraç
Dem û cihê şehadetê: 16’ê Nîsana 2023 / Serhed

Back to top button