Di meha Tebaxê de ji ber êrişên artêşa Tirk a dagirker ên li dijî gundewarên Eyn Îsayê de 4 welatî şehîd bûn û 3 jî birîndar bûn.
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên xwe êrişên li ser Eyn Îsa û navçeyên Girê Spî didomînin.
ji ber van êrişan zirarên madî ,şehîd û birîndar çêbûn.
Ajansa hawarê bîlançoya komkujiyên meha tebaxê parvekir û ev agahî da:
“Komkujiya gundê Şirkê ya 8 Tebaxê ku 3 kes ji malbata Xemîs El Xelawî şehîd bûn, 3 kes malbatê jî birîndarbûn.
Berî vê komkujiyê jî di meha Tebaxê de dewleta Tirk 5 komkujî pêk anî û di encamê de bi dehan şehîd û birîndar çêbûn.
Ji van komkujiyan komkujiya sefawiyê 2 komkujî li gundê Dibis û Komkujiyên gundên Elêmat û Mezreet Qertac pêkhat.
Di 18’ê Tebaxê de jî li gundê Um El Beramîl ê ji ber teqîna topeke dagirkeran zarokê bi navê Îbrahîm El Mihemed (14) şehîd bû.”



