Welatiyên Ranyayê carek din xwepêşandan li dar xistin

Xelkê navçeya Ranyayê ya Başûrê Kurdistanê carek din li dijî qeyrana darayî xwepêşandan li dar xistin.

Xwepêşandan di saetên êvarî de bi dirûşmeyên li dijî desthilatê destpê kir û xwepêşandêran xwest ber bi avahiya rêveberiya Raperînê ve bimeşin.

Lê hêzên ewlehiyê rê girtin û di navbera wan û polîsan de alozî derket.

Di encama aloziyê de çend xwepêşandere birîndar bûn û nêzî 30 xwepêşander jî hatin binçavkirin.

Duh jî li navçeya Ranya li dijî nedana muçe û sîstema desthilatdariyê xwepêşandan pêk hatin.

Hêzên ewlehiyê êrîşî xwepêşanderan kirin û 25 xwepêşander binçav kirin.

Li bajaroka Qeladizê jî bi heman awayî hêzên ewlehiyê destwerdanî xwepêşandanê kir û xwepêşandan bi dawî kir.

Xwepêşandêran duh jî, li navçeyên Çemçemal û Pîremegrun yên Silêmaniyê çalakiyek li dar xist û nerazîbûna xwe li dijî rewşa xerab nîşan dabûn.

Back to top button