Floyd bi merasîmeke mezin hat oxirkirin

Li seranserî Amerîkayê, ji ber kuştina zilamekî Amerîkî ku bi eslê xwe ji Afrîkayê ye li ser destê polîsan, ev çend roj in xwepêşandan dewam dikin. Floyd ku 25’ê Gulanê di bin çonga efserekî polîsên bajarê Minneapolis de jiyana xwe ji dest dabû, bi merasîmeke mezin hat oxirkirin. 

Xwepêşandanên li Amerîkayê heta li bajarên biçûk ku qedexeya derketinê li wan hatiye ragihandin, hatin lidarxistin.

Li bajarê Minneapolis, George Floyd ku 25’ê Gulanê li ser destê polîsan hatibû kuştin, bi merasîmeke mezin hat oxirkirin.

Malbata Floyd, banga dadmendiyê ji bo kuştina kurê xwe kir ku di gelek vîdyoyan de diyar dibe çawa polîs çonga xwe 8 deqeyan li ser qirika wî dihêle.

Li New Yorkê jî, polîsan çend xwepêşander, ji ber binpêkirina qedexeya derketinê binçav kirin.

Her wiha li Washingtona paytext, piştî rakirina qedexeya derketinê, xwepêşandanan ji sibehê heta dawiya şevê dewam kirin.

Tê payîn, 3 ji eslê 4 polîsên ku Floyd binçav kiribûn, bi tawana hebûna tiliya wan di kuştina wî de, werin dadgehkirin.

Angela Merkel kuştina Floyd şermezar kir

Girêdayî mijarê jî, Şêwermenda Almanî Angela Merkel kuştina Floyd li ser destê polîsan şermezar kir û nijadperestiya ku di nava civaka Amerîkî de belav bûye rexne kir.

Her wiha li gelek paytextên Ewropayê, bi deh hezaran kes li dijî kuştina Floyd daketin qadan.

Back to top button