Yûnanistan: Em amade ne, şerekî leşkerî bibin ser Tirkiyê

Ji ber siyaset û polîtîkaya wê ya şaş, têkiliyên Tirkiyê bi welatên cîran re xera dibin û nakokî derdikevin. Herî dawî Yûnanistanê eşkere kir “eger pêwîst bike, ew ê şerê leşkerî li dijî Tirkiyê bimeşînin.”

Wezîrê Parastinê yê Yûnanistanê Nîkos Banayû-tûbûlûs di hevpeyvînek televîzyonî de, anî ziman ku “Yûnanistan li dijî Tirkiyê ji bo parastina mafê welatê xwe ji her tiştî re amade ye û di nav de şerê leşkerî.”

Nîkos got:

“Rêbazê Tirkiyê di dema dawî de, pir êrîşkar bû û ev yek jî me aciz dike.

Bersiva me ya li hemberî vî rêbazî jî, bikaranîna hemû rêbazên dîplomasî ye û eger pêwîst kir jî em ê şerê leşkerî li dijî wê bi kar bînin”.

Berî çend rojan, rojnameya Tirkiyê ya fermî daxwaza kompanyeke Tirkî ya lêgerîna li petrolê, li herêmeke nêzî giravên Yûnanistanê, weşandibû.

Axaftina wezîrê parastinê yê Yûnanistanê jî, piştî vê yekê hat.

Ji aliyê xwe ve Wezîrên Derve yên Fransa, Îtalya, Malta, Bulgaristan û Spanyayê jî piştgiriya xwe bi Yûnanistan û Qubirsê a li dijî binpêkirinên Tirkiyên nîşan dan.

Aliyan bang li Tirkiyê kir ku rêzgirtinê ji dewletên ku di Yekîtiya Ewropayê de ne bigire.

Back to top button