Çeteyan ciwnekî ji gundê Basofanê yê Şêrewa revadin û bi giranî ew êşkence kir

Li Efrîna dagirkirî, çeteyên dewleta Tirk a dagirker ciwanekî ji gundê Basofanê revand û bi giranî êşkence kir.

Rêxirtina Mafên Mirovan a Efrînê – Sûrî ragihand ku çeteyan ciwanê bi navê Dilo Erebo yê ji gundê Basofanê yê Şêrewa revandî bi giranî êşkence kir.

Çeteyan roja Înê bi ser gundê Basofanê yê Êzîdî girt û gelek sivîl revandin.

Rêxitsinê diyar kir ku çeteyan ji bo şêniyên gund necarî olê Islamê bikin, zextê li wan dikin.

Dadgeha dagirkeriyê li ser şêniyên ku hatibûn revadnin carek din pereyan ferz dike

Li aliyê din, li bajarê Efrînê dadgeha dagirkeriya Tirk ji bo standina pereyan gazî hejmarek ji sivîlên ku berê hatibûn revandin kir.

Şêniyê binavê Idrîs Omer ji gundê Qeretepe, Selah Elo ji gundê Dîkê, Xelîl Zekeriye ji gundê Qurnê û Kanîwar Mihemed ji navçeyê Şêrewa ku gazî wan hatî kirin, dayîna hezar Lîreyên Tirkî li wan ferz kirine.

Back to top button