Jinên li navçeya Amûdê, di salvegera 16`an a şehadeta wan de Şîlan Kobanê û hevalên wê bi bîr anî û gotin: “Bi saya fikrên Rêber Ocalan û têkoşîna şehîd Şîlan û hevrêyên wê, em li ber xwe didin.”
Meclisa Jinan a PYD`ê bi hevkariya Kongreya Star Ş. şîlan û hevalên wê di salvegera şehadeta wan de bi daxuyaniyekê bi bîranîn.
Hevseroka Nivîsgeha PYD`ê ya navçeyê Munewer daxuyanî li pêşiya navenda PYD`ê xwend.
Di daxuyaniyê de komploya li dijî şehîd Şîlan û hevalên wê hat şermezar kirin û hat gotin:
Şehîd Şîlan û hevrêyên xwe, li hemberî bindestiyê li ber xwe dan û şehîd bûn, em dibêjin ku armanckirina têkoşeran, armanckirina vîna gel e.
Hîn jî êriş berdewamin û rejîmên desthilat li dijî gelê Kurd sûcan pêk tînin.”
Di dawiya daxuyaniyê weha hat gotin:
“Emê li hemberî zordariyê û zilmê asta têkoşîna xwe bilind bikin.
Bi saya fikrên rêber Abdullah Ocalan û têkoşîna Ş. Şîlan û hevrêyên wê, em gihaştin vê qonaxê û li ber xwe didin.”