Li Kerkûkê 4 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin

Şaneya Ragihandinê ya Ewlehiya Iraqê ragihand ku di êrişek hewayî ya li sînorê parêzgeha Kerkûkê li ser baregehên çeteyên DAIŞ’ê de, 4 çete hatin kuştin.

Şaneya Ragihandinê ya Ewlehiya Iraqê bi daxuyaniyekê ragihand ku li devera Wadî Şay ya li sînorê parêzgeha Kerkûkê, bi balfirên şer êrişek hewayî pêkanîn.

Hatey diyar kirin di encama êrişa hewayî de 4 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin.

Her wiha şane û baregehên çeteyan ku ji bo xwe veşartinê bikardanîn jî hatin ruxandin.

Hêjayî gotinê ye ku demek dirêje çeteyên DAIŞ’ê li parêzgehên Iraqê bi taybet li Selahedîn tevgera xwe zêdekirine û dem bi dem êrişî hêzên emnî yên parêzgehê dikin.

Back to top button