HEVŞAREDARÊN BAJARÊ MEZIN ÊN AMEDÊ MAZBATA XWE GIRT

Beriya 16 rojan hilbijartina herêmî li Tirkiyê pêk hat. Tevî ku hevşaredarên HDP’ê li gelek cihan bi ser ketin û şaredarî bi dest xistin jî, lê mazbatayên wan ji wan re zû nehatin dayîn. Hevşaredarên Bajarê Mezin ên Amedê yên HDP’î, ji Lijneya Hilbijartinê ya Bajar mazbata xwe girtin.

Hevşaredarên Bajarê Mezin ên Amedê yên HDP’î Adnan Selçuk Mizrakli û Hulya Alokmen Uyanik, ji Lijneya Hilbijartinê ya Bajar mazbata xwe girtin.

Piştî Hevşaredaran mazbata xwe girtin, li gel parlamenter û rêveberên HDP’ê li pêş Edliyeya Amedê daxuyani dan çapemeniyê.

Mizrakli li vir axaftinek kurt kir û wiha got:

“Dereng be jî me mazbata xwe girt.

Piştî rejîma Qeyûm di roja hilbiratinê de; gel mazbata da me.

Me roja despêkê mazbata xwe ji gel girt.

Doh jî hevşaredarên bajarê mezin yê Mêrdînê Ehmed Turk mazbateya xwe girtibû.

Turk di dema girtina mazbatê de soza xebatek zelal ya bi gel re da.

Leave a Reply

Back to top button