Di wextekî ku jimara Filistîniyên ji ber êrişên Îsraîlî hatine kuştin nêzî 11 hezar bûyîn de ji Waşîngtonê daxuyanî hat.
Hate ragihandin ku Îsraîlê qebul kiriye rojane 4 saet navber bide oparasyonên xwe.
Ev navberên ku têne dayîn jî bi armanca derketina sivîlan ya ji Xezayê ye.
Dewletên Yekbûyî yên Amerîka DYA’yê ragihand ku Îsraîl ji roja Pêncşemê pê ve ji bo 4 saetan operasyonên xwe yên li bakurê Xezayê rawestîne.
Koordînatorê Ragihandina Stratejîk a Civata Ewlekariya Neteweyî ya Koşka Spî John Kirby got;
Veqetîn wê rê bide sivîlan ku bi du korîdorên mirovahî ji herêmê derkevin.
Ev gaveke yekem a girîng e.
Kirby diyar kir ku Îsraîlê ji wan re, ragihandiye di navbera 4 saetan de li van herêman operasyonên leşkerî nakin û ev pêvajo despê kiriye.
Kirby diyar kir ku biryar piştî şêwira rojên dawî yê navbera rêveberên Îsraîl û Amerîkayê de hatiye dayîn.
Taybet jî hevdîtina navbera Serokê Amerîka Joe Biden û Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu de.
Piştî daxuyaniya Kirby, artêşa Îsraîlê piştrast kir ku ev agirbest nayê wateya şikestinê.
Berdevkê artêşa Îsraîlê Rîçard Hecht jî got,
“Agirbest nîne.
Ez dubare dikim: Agirbest nîne.
Ya ku em dikin pencereya bû 4 saetan e.
Ev yek wê ji bo alîkariyên mirovî taktîkek be.”
Îsraîl û DYA bi hinceta “tenê bi kêrî Hamasê tê” li dijî ragihandina agirbestê ne.
Ji bo girtiyan serokên CIA û Mossad li Qatarê ne
Ji aliyê din ve di derbarê rewşa girtiyên piştî êrişa Hemas a 7’ê Cotmehê ji Amerîka û Îsraîlê tevgerên îstixbaretî hene.
Lîderên Ajansa Îstixbarata Navendî CIA û Mossad ê li paytexta Qeter Dohayê ne.
Hate diyarkirin ku di hevdîtinan de detayên peymana der barê rehîneyan de tên kirin.



