Li Sirbîstanê operasyona koçberên qaçax: 4500 koçber hatin girtin

Sirbîstanê li dijî koçberên qaçax dest bi operasyonê kir.
Di encamê de 4 hezar û 500 koçberên neqanûnî hatin girtin.

Li Sirbîstanê, Wezareta Karê Hindurîn di operasyona koçberiya qaçax de 4 hezar û 500 koçberên “neqanûnî” girtin.

Ev operasyon piştî bûyera li nêzî sînorê Macarîstanê ku di encamê de 3 kesan jiyana xwe ji dest dan hate lidarxistin.

Di operasyona li seranserê welêt de, 8 kes bi gumana karê qaçaxçitiya mirovan hatin girtin.

Her wiha 119 kes jî bi hinceta “sûcên curbecur” hatin binçavkirin.

Di operasyona li ser sînorên bakur û başûrê rojhilatê welêt de, çekên niv otomatîk û yên otomatîk hatin desteserkirin.

27’ê Cotmehê li nêzî sînorê Sirbîstan û Macarîstanê di encama şerê navbera koçberan de 3 kes mirin û kesek jî birîndar bû.

Piştî vê bûyerê, ji bo têkoşîna li dijî koçberiya qaçax û qaçaxçiyan, li seranserê welêt operasyon hat destpêkirin.

Sirbistan li ser riya Balkanê ye ku salê sed hezaran koçberên li Afrîka, Asya Navîn û Rojhilata Navîn ji bo xwe bighînin Yekîtiya Ewropayê YE ji wir ve derbas dibin e.

Ev rêka koçberiyê bi taybetî jî 2015 û 2016’an hate bikar anîn.

Di mehên dawî de, gelek caran di navbera koçber û simsaran de şer derketin.

Di encamê şerên heyî de hinek kesan jinan xwe ji dest dan.

Lê tevî vê yekê jî roj bi roj hejmara koçberên qaçax ên di ser Sirbîstanê re derbasî YE’yê dibin zêde dibe.

YE jî ji Sirbîstanê dixwaze ku ji bo koçberan rewşeke maqûl ava bike.

Rayedarên YE dibêjin, bi hezaran rêwiyên ku di mehên dawî de wekî geştyar derbasî Sirbîstan û welatên Balkana Rojava bûn, li welatên endamên YE mafê penaberiyê xwestine.

Lewma niha jî Sirbîstan ji bo bidawî kirina rewşa heyî di nava hewidanan de ye.

Back to top button