Erdogan: Yên Pesnê AYM’ê didin şaştî dikin

Parlamenterê TIP yê Hatayê Can Atalay tevî di hilbijartinê de bi ser ketiye jî lê hîna girtiye.
Li gorî Destûra Bingehîn divê were berdan, lê Dadgeha Bilind di girtina wî de israr dike.
Sedema vê israrê jî tê xuyakirin dixwaza Şefê Rejîma Tirkiyê Erdogan e.
Erdogan got: Divê daxwazên Dadgeha Bilind ji nedîtî ve neyê.

Parlamenterê Partiya Karkeran a Tirkiyê (TIP) ê Can Atalay tevî di hilbijartina 14’ê Gulanê de hate qezecn kir jî hîna girtiye.

Israra di girtina Atalay û bêhelwestiya Dadgeha Destûra Bingehîn AYM’ê de welat xistiye dubeş.

Serokomarê AKP’yî Recep Tayyîp Erdogan ji bo beşdarî 16’emîn Lûtkeya Teşkîlata Hevkariya Ekonomîk bibe çûbû Ozbekistanê.

Erdogan piştî ji lûtkeyê vegeriya di balafirê de bersiva pirsên rojnamevanan da.

Erdogan derbarê pirsek a têkildarî biryara Can Atalay ku Dadgeha Bilind nesapndiye û gilîkirina endamên Dadgeha AYM hatiye kirin de axivî û got:

“Beriya her tiştî divê kes înkar neke ku Dadgeha Bilind xwedî wezîfeyek erka bilind e.

Mixabin Dadgeha Destûra Bingehîn di vî warî de gelek şaştiyan dike û van şaştiyan daye pey hev.

Ev di astek cidî de me xemgîn dike.

Biryara ku Dadgeha Bilind ji niha şûn ve girtiye kes nikare deyne kêlekekî û biavêje.

Erdogan bi gotinên xwe diyar kir ku biryara Dadgeha Bilind ji aliyê wî ve hatiye dayîn û vê yekê jî bi van gotinan piştrast dike.

Binpêkirina biryara Dadgeha AYM’ê ya derbarê binpêkirina mafên Parlamenterê TIP’ê yê Hatayê Can Atalay ji aliyê 3. Daîreya Cezayê ya Dadgeha Bilind ve bû sedema derketina “krîza distûra bingehîn”.

Erdogan: Yên ku pesnê AYM’ê didin şaştiyan dikin

Erdogan ji bo alîgirên AKP’ê yên biryarên AYM’ê divê neyên paşguhkirin jî rexne kir û wiha domand:

“Can Atalay niha deynin kêlekekî.

Em hemû yek in.

Tu wateya ku ji vir rabin xwe şîrin nîşanî hinekan bidin jî nîne.”

Li Enqerê parêzer ber bi dadgeha bilind ve meşiyan

Di vê navberê de, Parêzera jî bi banga Yekitiya Baroyan a Tirkiyê û Baroya Enqereyê li ber Edliyeya Enqereyê kom bûn.

Parêzeran bi gotina “Ji darbeyê re na” ber bi Dadgeha Bilind ve meşiyan.

Back to top button