Ji Îmraliyê ji bo jinan

Nirxandinên Rêber Apo ên ji bo azadiya jinê carek din girîngiya xwe derdixe holê.
Rêber Apo diyar dike ku jin bila di warê îdeolojîk de xwe kur bike, azadiya xwe bi xwe bidest bixe û xwe rexistin bike.
Ji Îmraliyê ji bo jinan:
“Hevaltiya min a xurt bi jinê re heye.
Ev mijara bawerî û hêzê ye.
Ez xwe wek karkerê hezkirinê vedinasînim.”

Nirxandinê Rêber Apo ên ji bo azadiya jinê giringîya xwe carek din derdixe hole.

Rêber Apo di hevdîtina 2006’an ya bi parêzeran re diyar dike ku divê jin di alî îdeolojîk de xwe pêş bixînin û wiha didomîne:

“Jin ji bo azadiya xwe divê di îdeolojiya rizgahiya jinê de xwe kûr bikin.

Wek hêza îdeolojîk heyî bin. Li dijî mêran pêş bikevin û ji mêran bawer nekin.

Divê jin serbixwebûna xwe biparêzin. Jin bila ji azadiya xwe netirsin.

Ez bi jinê re wisa rêheval im. Min rêhevaltiya bi heybet ji jinê re kir.

Hevaltiya min a xurt bi jinê re heye. Ev mijara bawerî û hêzê ye.

Ez wisa bersivê didim keda jinan. Divê ew xurt bin.

Ez xwe wek karkerê hezkirinê vedinasînim.

Ez ji bo we dijîm. Bêrîkirinên me hinceta jiyana min e, ez bi we re me.

Cîhaneke azad heye, jiyaneke azad a tê qezenckirin heye.”

Rêber Apo bi domdarî bal dikêşe ser evîna bêdawî û wiha dibêje:

“Ez ne evîna bêdawî, ez dibêjim ‘destberdana bêdawî.

Bêdawîbûn, yanî di esasê de bi desthilatdariya serdest a mêr a 5 hezar salî ez vê bêdawîbûnê dikarim sînordar bikim.

Divê jin siyaseta xwe ava bikin, ji bo vê aboriya xwe ava bikin.

Min gotibû divê jin aboriya xwe ava bikin, akademiyên siyasetê ava bikin.

Ji bo azadiyê çalakîbûna siyasî û hişmendiya siyasî hewce ye. Ez dibêjim azadiya bêdawî.”

Rêber Apo di sasla 2011’an de balê dikşîne ser hişmenbûna jinê û wiha dibêje:

“Di mijara jinê de du tiştên em hewl didin bikin hene û ev girîng in.

Ya yekem; jin di alî îdeolojîk, fikrî de azad be û hêzê qezenc bike.

Ya duyem jî rêxistinbûna jinê, xwe bigihîne rêxistinbûna xwe, bê asta ku dikare xwe rêxistin bike.”

Back to top button