Cengîz Çîçek: Armanca me hilweşandina sîstema tecrîdê ye

Parlamenterê Stenbolê yê HEDEP’ê Cengîz Çiçek derbarê berxwedana ku li zindanan tê kirin axivî û got:
“Dema nû wê bibe dema têkoşînê.
Heta Azadiya Rêber Apo pêk neyê, ev çalakî bi dawî nabe.”

Ji bo bidawîkirina tecrîda li dijî Rêber Apo û azadiya wî, dîlgirtiyên ji doza PKK û PAJK’ê li girtîgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, ji 27’ê Mijdarê dest bi greva birçîbûnê ya dorveger kirin ku wê heta 15’ê Sibata 2024’an dewam bike.

Parlamenterê Stenbolê yê HEDEP’ê û Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Cengîz Çîçek derbarê vê çalakiyê de axivî.

“Ev pêngav pêngava azadiyê ya gelan, jinan û bindestan e”

Cengîz Çîçek anî ziman ku ev çalakî ji bo azadiya Rêber Apo gelekî girîng e û got:

“Ev pêngav weke têkoşîna azadiyê ya gelek nasnameyên bindest, gelan, jinan û nasnameyên cuda jî divê bê nirxandin.

“Heta Azadiya Rêber Apo pêk neyê, ev çalakî bi dawî nabe.”

Cengîz ragihand ku erka wane hevsengiya çêkirî ya ku hêzên emperyalîst û navneteweyî bi tecrîd û neçareserkirina pirsgirêka Kurd afirandine, ji holê rakin û wiha anî ziman:

“Heta azadiya Rêber Apo pêk neyê, ev çalakî bi dawî nabe”

“Divê li her aliyê, li her deverê ji bo azadiya fîzîkî ya Birêz Ocalan çalakî bê kirin.

Berê tenê li girtîgehan dibû, niha li Tirkiye, Bakurê Kurdistanê, Ewropa bi giştî her der bûye hêmana esasî ya berxwedanê.”

Çîçek diyar kir ku Berxwedana li girtîgehê ne tenê ji aliyê hevalên li girtîgehê tên meşandin, ev berxwedan bang li civakê dike ku di nava çalakiya de bin.

Cengîz Çîçek ragihand ku misogerkirina azadiya fîzîkî ya Ocalan divê, bibe rojeva bingehîn ya hemû saziyên tevgera azadiya Kurdistanê û wiha got:

Cengîz Çîçek: Dema nû wê bibe dema têkoşînê

“Şikandina tecrîda Îmraliyê wê bê wateya têkbirina polîtîkayên qirkirinê.

Dema nû wê bibe dema çalakiyên dewlemend û afirîner.

Dema nû nebe dubareya ya berê, wê bibe dema têkoşînê.

Em ê rûpelên nû di dîroka xwe ya bi rûmet de biafirînin.”

Back to top button